HDP: Pêwîst e dewlet ji gelê Dêrsimê lêborînê bixwaze
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i315523-hdp_pêwîst_e_dewlet_ji_gelê_dêrsimê_lêborînê_bixwaze
HDP’ê kesên di Komkujiya Dêrsimê de jiyana xwe ji dest dane di salvegera 83’yemîn de bibîr anî û got: “Divê dewlet bi heqîqetê re hevrû bibe û ji malbatên qurbaniyan û gelê Dêrsimê lêborîna xwe bixwaze.”
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 04, 2020 18:33 Asia/Tehran
  •  HDP: Pêwîst e dewlet ji gelê Dêrsimê lêborînê bixwaze

HDP’ê kesên di Komkujiya Dêrsimê de jiyana xwe ji dest dane di salvegera 83’yemîn de bibîr anî û got: “Divê dewlet bi heqîqetê re hevrû bibe û ji malbatên qurbaniyan û gelê Dêrsimê lêborîna xwe bixwaze.”

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê, Partiya Demokratîk a Gelan têkildarî salvegera 83’yemîn a Komkujiya Dêrsimê daxuyaniyek nivîskî belav kir.

Di daxuyaniyê de qurbaniyên di Komkujiya Dêrsimê de jiyana xwe ji dest dane hatin bibîranîn û wiha hat gotin: “Komkujiya di salên 1937-38’an de pêk hat tê wateya tofan, hilweşîn û tunekirinê. Navê ‘Tertele’ lê hatiye kirin. Yek jî mezintirîn komkujiyên li Tirkiyê ye û di rûpelên reş ên dîrokê de cih digire û cihê şermê ye. Bi dehan hezar însan hatine qetilkirin. Her çiqas 83 sal bi ser komkujiyê de deras bûbe jî lê divê dewlet bi heqîqeta komkujiyê re hevrû bibe. Pêwîst e ji bo ronîkirina komkujiyê Komîsyona Heqîqet û Rûbirûbûnê were avakirin.

Pêwîst e hemû arşîv werin eşkerekirin. Lazim e biryarên qeydên dadgehê ji raya giştî re werin eşkerekirin. Bi awayek qiyabî be jî divê kiryarên komkujiyê werin darizandin. Divê gora Seyîd Riza û hevrêyên wî werin eşkerekirin. Pêwîst e belgeyên keçen Dêrsimê yên windayî werin eşkerekirin û ziman û çanda Dêrsimê lê were zivirandin. Lazim e dewlet bi heqîqetê re hevrû bibe û ji malbatên qûrbaniyan û gelê Dêrsimê lêborînê bixwaze.”