Li Tirkiyê hejmara miriyên Vîrûsa Koronayê gihişt 3 hezar û 397 kesan
Li Tirkiyê 61 kesên din jî bi Vîrûsa Koronayê mirin. Heta niha hejmara kesên bi şewba Vîrûsa Koronayê (Covîd-9) mirine gihişt 3 hezar û 397 kesan.
Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê, Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca ku tenê ji 24 saetan carekê daneyên derbarê nexweş û miriyên Vîrûsa Koronayê (Covîd-19) bi gel re parve dike, diyar kir ku di 24 saetên dawî 61 kesên din mirin û Hezar û 670 kesên nû jî bi şewbê ketin.
Ji Adarê va heta niha li Tirkiyê bi tevahî 3 hezar û 397 kes bi şewbê mirin.
Bi giştî 126 hezar û 45 kes jî bi şewba Vîrûsa Koronayê ketin.
Balkêş ev e ku piştî Serokê AKP'ê û Serokomar Tayyip Erdogan got "Em ê piştî rojiya Rezemanê 2 cejnan bi hevre pîroz bikin" Wezîrê Tenduristiyê roj bi roj hejmara mirî û nexweşan daxist.