Tirkiye: 15 kes jiber çalakiyên 1ê Gulanê hatin binçav kirin
May 03, 2020 22:13 Asia/Tehran
Li 31 bajarên Tirkiyê qedexeya derketina derve berdewam dike. Li Stenbolê Seroka Konfederasyona Sendîkayên Karkeran jî di nav de 15 kes ji ber çalakiyên Yekê Gulanê hatin binçavkirin.
Li 36 bajarên Tirkiyê îro qedexeya derketina derve bo heyama sê rojan destpê kir. Li gor agahiyan, li hin deveran binpêkirin hebe jî pabendbûna bi qedexeyê heye.
Li aliyê din,Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger hewl da ku li Stenbolê 1'ê Gulanê Cejna Karkeran pîroz bike. Polîsan ji ber qedexeya derketina derve û biryara parêzgarê rê nedan çalakiyê û di encamê de Seroka Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger Arzû Çerkezoglu jî di nav de 15 kes hatin binçavkirin.