Çeqel ku cureya wî li ber nemanê ye li Semsûrê hat dîtin
May 03, 2020 20:51 Asia/Tehran
Li bajarê Semsûrê yê Kurdistana Tirkiyê bi destê kesên wêneyan dikşînin, dîmenê çeqelê (keftar,wawik) belek ku cureya wê di metirsiya qelandinê de ye û di "lîsteya sor" a kategoriya ajelên divê werin parastin de ye, hat tomarkirin.
Li gor kategoriyên Yekîtiya Parastinê Siruşt û Çavkaniyên Siruştî ya Cîhanî (IUCN) çeqelê belek di “lîsteya sor a cureyan ku koka wan li ber qelandinê” de ye.
Wênekêşên siruştê dîmenê çeqelê li navçeya Besniyê di şikeftên nêzîkî herêma Feratê de tomar kirin.
Musa Gurbuz ê wênekêş 2 metre nêzîkî çeqel bû û dîmenê çiqel kişand.
Wênekêş Gurbuz diyar kir ku wî bihîstibû ku çeqelê belek di şikeftên herêma Feratê de dijîn û ew bi rêberiya Hasan Çelîk û Metîn Saruhan çû şikeftê û wêneya çeqel girt.