Di navbera PKK û leşkerên Tirkiyê de şer: Kuştî û birîndar hen
May 03, 2020 04:57 Asia/Tehran
Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ragihand ku di navbera leşkerên wî welatî û hêzyên PKKê de şer derket di encamê de 2 leşkeran canê xwe ji dest dan û 4 leşkerên din jî birîndar bûne.
Wezareta Navxwe ya Tirkiyê di daxuyaniyekê de ragihand ku li herêma Sehî ya Bedlîsê di navbera endamên PKKê û leşkerên Tirkiyê de şer derket.
Li gor daxuyaniya Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ji leşkerên ser bi Fermangeha Cendirmeyên Bedlîsê ve li herêma Sehiyê derketin operasyonê û di operasyonê de leşker rûbirûyê gerîlayên PKKê bûne û şer derketiye.
Di encamê de 2 çawîşên (serkar) pispor hatine kuştin û 4 çawîşên pispor jî birîndar bûne.
Hat ragihandin ku li herêmê operasyonên leşkerên Tirkiyê berdewam in.