SOHR: Tirkiyê şandina çeteyên Sûriyê ji bo Lîbyayê didomîne
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku Tirkiyê şandina terorîstên li Sûriyê ber bi Lîbyayê ve zêde kiriye û got: Di encamê de windahî mirovî di nav refên wan de zêde bûye.
SOHR ragihand ku di nava çend saet û rojên dawî de, li eniyên şer ên li dijî Hêzên Hefter de 26" çeteyên Tirkiyê" hatin kuştin.
Li gorî SOHR, hejmara kuştiyan di nav refên çeteyên Tirkiyê de li Lîbyayê gihêşt 249 çeteyan. Çete jî ji komên Lîwa El-Mutasim, Sultan Murad, Lîwa Siqûr El-Şemel, Hemzat û Silêman Şah in. Li gorî vê navendê çete li eniyên taxa Selahedîn a başûrê Terablusê, eniya El-Remla ya nêzî balafirgeha Terablusê, eniya porjeya Nehda, her wiha şerên li Misrata û herêmên din ên Lîbyayê hatine kuştin.
Ji aliyekî din ve Tirkiyê veguhestina çeteyên Sûriyê ji Lîbyayê re didomîne. SOHR beriya çend rojan destnîşan kiribû ku asta veguhestina çeteyan zêde bûye ji bo ku li rex hikumeta Wîfaqa Watanî li dijî hêzên Hefter şer bikin.
Li gorî serjimariya SOHR hejmara çeteyên Sûriyê li LÎbyayê heta niha gihêşt 7 hezar û 400 çeteyan di nav de komek ne ji Sûriyê heye. Di heman demê de hejmara çeteyên ku gihêştin Tirkiyê ji bo di perwerdeyê re derbas bibin gihaşt 2 hezar û 500 çeteyan.
Hate ragihandin ku bi sedan çeteyên Sûriyê xwe amade dikin ku biçin Tirkiyê. Tomarkirina navên nû ji aliyê çeteyên Artêşa Niştîmanî ve bi fermana istixbarata Tirkiyê berdewam e. Hinek çete vê fermanê qebûl nakin lê rastî zextên mezin tên û gef li wan tên xwarin.