Demirtaş xelata aşitî û Dêmokrasiyê wergirt
Selahedîn Demirtaş, hevserokê berê yê HDP, xelata mafê mirovan, Demokrasî, aşitî û yekgirtinê wergirt.
Li bajarê Stembolê,weqfa Soşiayl Demokart a Tirkiyê xelata xwe ya salane raberî Selahedîn Demirtaş, hevserokê berê yê HDP, ji ber hewl û xebata wî ya demokrasiyê bo damezrandian aşitiyê li Tirkiyê.
Li vê rê û resmê de ku hevserokên HDP û parlemanter û nunerên çend partî û rêxistinan amade bibûn, wek mînak Keftancioglu, serokê partiya Komarîxwaz e gel( CHP) li parêzgeha Stembolê, serokê rêxistina SODEV xelata taybet raberî Başak Demirtaş havjîna Selahedîn Demirtaş kir..
Weqfa Soşyal Demokrat li sala 2001`an hatiye damezrandin û dest bi xebatê kiriye.
Başak Demirtaş piştî wergirtina xelatê, nameya Selahedîn Demirtaş bo beşdaran xwend. Demirtaş li vê nameyê nivîsîbû ku vê serdema aloz ku hemî gel di bin zext û zorê ne, ``Hêvî û Wêrektî, ji me re riya çareseriyê ne.