Hevdîtina serokomarê Tirkiyê serokê Konseya Ewopayê li Stenbolê
Serokê Konseya Ewropayê ku sefera Tirkiyê kiriye li Stenbolê bi serokomarê vî welatî re hevdîtin pêk anî û pê re sermesele û guhertinên girîng li navçê gotûbêj kir.
Ajnsa CNN TURK ya Tirkiyê ragihand zêdebûna aloz û rageşiyan di navbera Îran û Amerîkayê piştî kiryara terorîstî ya artêşa Amerîkayê ji bo şehîdkirina serdar Qasim Silêmanî fermandeyê Hêza Quds a Sipayê Pasdarên Înqilaba Îslamî ya Îranê li Bexdayê, mesela agirbesê li Idliba Sûriyê, pirsgirêk û pevçûnên li Lîbyayê û rojhilata Deryaya Sipî , herwiha pêwendiyên Tirkiyê û Yeketiya Ewropayê ji wan mesel û mijarên girîng bûn ku di hevdîtina serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan û Serokê Konseya Ewropayê Charles Michel li Stenbolê hatin gotûbêjkirin.
Sefera serokê Konseya Ewropayê Charles Michel ya Tirkiyê, seredane yekem a rayedarekî dercebilind a Yeketiya Ewropayê bo Tirkiyê ye.