11 penaber li beravên Tirkiyê xeniqîn
Qayiqa penaberên neqanûnî li beravên Tirkiyê wegeriya 11 lêniştiyên wê ji wan 8 zarok xeniqîn û heşt kes jî hatin rizgarkirin.
Qayiqa penaberên neqanûnî li behra Ege û li beravên
Tirkiyê wegeriya ku di encamê de 11 lêniştiyên wê ji wan 8 zarok xeniqîn û heşt kes jî hatin rizgarkirin.
Çavkaniyên ewlehiyê dibêjin ev qayiqa lastîkî bû ku 19 penaberên neqanûnî têda bûn û li nêzîkiya bajarê Çeşme ya wilayeta Îzmîrê xeniqî. Van çavkaniiiyan diyar kirin dema ku Garda Beavê bi vê bûyerê hesya xwe gihande cihê bûyerê .
Derya Ege û Marmarê ji wan behrên girîng in ku gelek ji koçber û penaberan hewl didin bi derbasbûna ji wan xwe bigihînin Ewropayê . Gelek ji van penabera ji ber rewşa xirab a qayiqên ku qaçaxçiyên mirovan wan bikar tînin di nav behrên hanê dixeniqên û jiyana xwe ji dest didin ku piraniya wan jin û zarok in.