Pûtîn û Erdogan di hevpeyvîna telefonî de ser rewşa Lîbyayê axivtin
Serokomarê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn û serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan şeva borî li hevpeyvîna telefonî guhertin û rewşa Lîbyayê û yênnavçê hilkolandin.
Li gor rapora IRIB Newsê, Fermandeyê koma bi navê Artêşa Nîştimanî ya Lîbyayê Xelîfe Heftar şeva borî pêşniyara Rûsya û Tirkiyê ya damezrandina agirbesê li Lîbyayê qebûl kir.
Ev agirbesa ji sibeya îro yekşemê ser dema herêmî despê dibe.
Seroka wezîrên Almanyayê Angela Merkel jî duh li press konferansa hevpar bi Pûtîn re li Berlînê desnîşan kir ku wê Rûniştina Aştiya Lîbyayê li Berlînê were lidar xistin.
Merkel herwiha hêvîdariya xwe diyar kir ku xebata Rûsya û Tirkiyê ji bo damezrandina agirbesê li Lîbyayê bi serketin ve pêşve here.
Artêşa Nîştimanî ya Lîbyayê ku general Xelîfe Heftar fermandeyê wê ye ji aliyê Misr, Erebistan, Îmarat û çendîn dewletên din tê piştgirî kirin û ji Nîsana 2019 dixebite kontrola Terablusê bêxe bin destê xwe.
Ji aliyê din ve Dewleta Wifaqa Nîştîmanî ya Lîbyayê ku serokê wê Fayiz Sirac e ku NY jî ew bi fermî naskiriye bi alîkariya hêzên Tirkiyê û çekdarên sûrî ên bin fermana Tirkiyê dixebite deverên bin deshilata xwe ragire.
Çavkaniyên nûçeyan vê dawiyê ragihandin ku MÎT’a dewleta Tirkiyê derdora 460 çekdarên koma bi navê ‘Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê’ ber bi Lîbyayê ve şandin da ku piştgiriya hikumeta El-Wîfaqê li dijî artêşa nîştimanî ya Lîbyayê bikin. Erdogan jî vê dawiyê diyar kir ku 35 leşkeriyên Tirkiyê jî şandine Lîbyayê.