Berdevkê HDP: Divê hêzên bîyanî ji Iraq û Sûrîyê derkevin
Berdevkê Partîya Dêmokiratîk a Gelan (HDP) got: ''Divê hêzên bîyanî ji Iraq û Sûrîyê derkevin.''
Gunay Kobîlay Berdevkê Partîya Dêmokiratîk a Gelan (HDP) di axavtinekê de got: Em weke HDP dixwazin ku hemî hêzên bîyanî ji Sûrîyê derkevin. Li Iraqê jî divê hêzên bîyanî derkevin û pirsgirêkên heyî bi rêya gotûbêj û muzakirê bên çareserkirin. Avakirina Rojhilata navîneka dêmokiratîk û pêkanîna dêmokirasîyê di nava gel da yê tenê bi derketina hêzên leşkerî yên bîyanî ji wê herêmê were dabînkirinê.
Kobîlay derbarê nûçeya anîna 20 hezar ton genim ji Girêspî bo nav Tirkîyê de jî got:''Berî her tiştî divê bêjim ku ew ne kirrîna ji derve ye. Li Grêspî jî wekî Efrînê pişkeke mezin a cotkaran û xwedîzevîyan neçar mane ku terka mal û milkê xwe bidin. Erdogan bi şanazîyeke mezin talanker li wir bicih kirine û demogirafîya wir guhertîye. Me pirsyareke gellek xwerû û sade heye: Genimê Girêspî ji hêla kî va bo Tirkîyê hat firotinê? Hûn nikarin bersiva vê pirsê bidin çinku, ne ticaret û ne jî kirîn û firotinek pêk hatîye. We rizqê Kurdan bi zehmetî û xêdanê bidest xistibûn, zevt kir û talan kir. Ev cinayeteka cengê ya aşkira ye. Eva cara duyem e ku hûn vê cinayetê dikin.''