Dewleta Tirkiyê 460 çekdar ji Sûriyê şandin Lîbyayê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i312100-dewleta_tirkiyê_460_çekdar_ji_sûriyê_şandin_lîbyayê
MÎT’a dewleta Tirkiyê derdora 460 çekdarên koma bi navê ‘Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê’ ber bi Lîbyayê ve şandin da ku piştgiriya hikumeta El-Wîfaq li dijî artêşa Lîbyayê ya Xelîfe Heftar bikin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 10, 2020 12:49 Asia/Tehran
  • Dewleta Tirkiyê 460 çekdar ji Sûriyê  şandin Lîbyayê

MÎT’a dewleta Tirkiyê derdora 460 çekdarên koma bi navê ‘Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê’ ber bi Lîbyayê ve şandin da ku piştgiriya hikumeta El-Wîfaq li dijî artêşa Lîbyayê ya Xelîfe Heftar bikin.

Berî viya hetibû ragihandin ku Dewleta Tirkiyê  dixwaze çekdarên xwe yên li Sûriyê ku navê ‘Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê’ li wan kiriye û li şerê dijî kurdên Sûriyê alîkariya artêşa Tirkiyê dikirin, bişîne Sûriyê da ku li kêleka hikumeta Wîfaq ya Lîbyayê li dijî koma bi navê Artêşa Nîştimanî ya Lîbyayê ku fermandeyê wê Xelîfe Heftar e, bide şerkirin.

Rewangeha Mafê Mirovan a Sûriyê diyar kiriye ku 260 çekdarên hanê niha şandine Sûriyê. Lê belê çavkaniyên din hejmara van çekdaran ku niha li Lîbyayê ne 460 kes ragihandine, li gor gotina wan hejmara çeteyên ku hatine şandin, wiha ye: Ji koma Siqûr El-Şam 60 çete, ji koma Suleyman Şah (El-Emşat) 50 çete, ji Sultan Mûrad 300 çete, ji Mûitesim Billah 50 çete.

Niha jî Firqet El-Hemzat 400 çeteyan amade dike da ku wan jî bişîne Lîbyayê. Hemû komên navborî xwe di bin banê Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê de xwe bi rêxistin kirine.

Berî viya serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan ragihandibû ku di çarçova pêşnûmaya pesindbûyî ya parlemana vî welatî 35 leşkeriyên Tirkiyê jî şandine Lîbyayê.