Çavûşoglu: Terorkirina serdar Silêmanî bûye sedema zêdebûna rageşî û aloziyê li navçê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i312085-Çavûşoglu_terorkirina_serdar_silêmanî_bûye_sedema_zêdebûna_rageşî_û_aloziyê_li_navçê
Wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mevlut Çavûşoglu terorkirina serdar Qasim Silêmanî fermandeyê Hêza Quds a Sipayê Pasdarên Înqilaba Îslamî ya Îranê li Iraqê sedema zêdebûna rageşî û aloziyê li navçê da zanîn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 10, 2020 06:02 Asia/Tehran
  • Çavûşoglu: Terorkirina serdar Silêmanî bûye sedema zêdebûna rageşî û aloziyê li navçê

Wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mevlut Çavûşoglu terorkirina serdar Qasim Silêmanî fermandeyê Hêza Quds a Sipayê Pasdarên Înqilaba Îslamî ya Îranê li Iraqê sedema zêdebûna rageşî û aloziyê li navçê da zanîn.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê duh li press konferansekê bi wezîrê derve yê Iraqê Muhemed Elî Hekîm re terorkirina serdar Qasim Silêmanî fermandeyê Hêza Quds a Sipayê Pasdarên Înqilaba Îslamî ya Îranê û  Ebû Mehdî Muhendis cîgirê serokê Heşda Şebiya Iraqê ji aliyê Amerîkayê ve sedema zêdebûna bê mînak a rageşî û aloziyan li navçê da zanîn.

Çavuşoglu got ku ew naxwazin Iraq bibe qada milmilanên hêzên biyanî û got, “Iraq ne bi tenê ye. Ji bo derbaskirina rojên dijwar em dê li gel hev kar bikin.”

Wezîrê Derve yê Tirkiyê got ku hin gotûbêj tên kirin daku navçe ji alozî û rageşiyên zêde were dûr ragirtin.

Wezîrê derve yê Iraqê jî di vê press konferansê de got ku bi Tirkiyê re li hev kiriye ku di çarçova kêmkirina rageşî û aloziyan di navbera Îran û Amerîkayê de hevkarî werin kirin da ku navçe ji cengeke din a xopan were parastin, çûnku di vê cengê de ti aliyekî serketî tine. û her şer û rageşiyek li navçê ser xêr û kara terorîstan li navçê ye û  ji aliyê din ve dibe zêdebûna derd û êşên xelkê. 

Mevlut Çavuşoglu, Wezîrê Derve yê Tirkiyê ku duh bi serdaneke fermî gihiştibû Bexdaya paytexta Iraqê, li gel hevtayê xwe yê Iraqî, Muhammed Elî Hekîm civînek encam da.

Piştî kiryara terorîstî ya Amerîkayê di warê şehîdkirina serdar sipehbud Qasim Silêmanî fermandeyê Hêza Quds a Sipayê Pasdarên Înqilaba Îslamî ya Îranê û Ebûmehdî Muhendis cîgirê serokê Heşda Şebiya Iraqê û 8 kesên din li nêzîkiya Bexdayê rewşa navçê cardin aloztir bû.