Tirkiye genimê Girêspiyê vediguhêze Rihayê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i312070-tirkiye_genimê_girêspiyê_vediguhêze_rihayê
Tirkiyê ku berê bi tonan zeytûn û zeyta zeytûnan a Efrînê firotibû welatên Ewropayê, niha jî ji navçeya Girê Spî li Kurdistana Sûriyê 20 hezar ton dexl û dan vediguhêze Rihayê li Kurdistana Tirkiyê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 09, 2020 14:42 Asia/Tehran
  • Tirkiye genimê Girêspiyê vediguhêze Rihayê

Tirkiyê ku berê bi tonan zeytûn û zeyta zeytûnan a Efrînê firotibû welatên Ewropayê, niha jî ji navçeya Girê Spî li Kurdistana Sûriyê 20 hezar ton dexl û dan vediguhêze Rihayê li Kurdistana Tirkiyê.

Rêveberiya Şaxa Navenda Rihayê ya Ofîsa Berhemên Erdê amadekariyan dike, da ku ji Girê Spî 20 hezar ton dexl û dan veguhêze Rihayê.

Li gor medyaya Tirkiyê, nivîsgeha  Berhemên Erdê wî dexl û zadî dikire, lê ji kê dikire nediyar e, ji ber bi tonan dexl û zadê welatiyên Girêspiyê ji aliyê çekdarên ser bi Tirkiyê ve hatiye dizîn. Li gor zanyariyên ku di Platforma Danûstandina Giştî ya Elektronîkî ser bi Saziya Giştî ya Îhaleyan de hatine belavkirin, 20 hezar ton zad û genimê navçeya Girê Spî dê bo depoyên Rêveberiya Şaxa Navenda Rihayê bê veguhestin.

nivîsgeha  Berhemên Erdê berî niha jî bo veguhestina cehê El-Rahî ya Sûriyê bo Tirkiyê du îhale vekiribûn. Bo veguhestina ceh, Rêveberiya Şaxa Navenda Dîlokê ser wê ofîsê bi milyonek û 117 hezaran ligel kompanyayekê rêkeftibû. Heman rêveberiyê îhaleyeke din bo veguhestina ceh ji El-Rahî bi rêya bejayî bo Dîlok, Gumgum û Kilîsê  bi behayê milyonek û 260 hezar lîreyên Tirkî dabû kompanyayekê.

Li gor zanyariyên hatine belavkirin, Tirkiyê di sala 2019an de 7.6 milyon ton genim hawirde kiriye. Ji sala 2002 û heta dawiya 2019ê jî 60 milyon ton genim ji derve bo Tirkiyê hatiye kirîn û di 17 salan de 16 milyar dolar li kirîna  genim çûye.