Tirkiyê firînên xwe bo Hewlêrê rawestandin
Serokê balefirgeha Hewlêrê ragahnd ku dewleta Tirkiyê hemî firînên bo vê balefirgehê rawestand û balefirgeha Sulêymaniyê jî li bara îbtalkirina firînê ji Têhranê agahî da.
Li gorî rapora Kurd Pressê û ji zarê malpera nûçana Xendanê, Telar Fayiq ragahnd ku Tirkiyê hemî firînên ji vî welatî bobalefirgeha Hewlêr rawestandiye.
Wî got ku ev biryara demkî ye û biryar e firîn piştî derbasbûna 24 sietan destpê bibe.
Ji liyê din ve balefirgeha Silêmaniyê jî raghandiye ku firînek ji Têhranê bo Silêmnaiyê hatiye îbtalkirin.
Li gor vê nûçê, Rûsiyê jî firînên ji herêma hewayî ya Îran û Iraqê û kendava Farsê qedexe kiriye.
Lê Cîhad Dîwan, serokê şîrketên hewayî yên Iraqê teqez kir ku herêma hewayî ya Iraqê tam ewleh e û firîn bi awayê normal cih tên.