Daxuyaniya serokomarên Rûsya û Tirkiyê di warê rageşiyên navbera Îran û Amerîkayê de
Serokomarên Rûsya Û Tirkiyê di daxuyaniyeke hevpar de derheq zêdebûna rageşî û aloziyan di navbera Îran û Amerîkayê de dilgiraniya xwe dan diyarkirin.
Li gor Tesnîm duh serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan û serokomarê Rûsyayê Vladîmîr Potîn li dawiya hevdîtina xwe ya li Stenbolê bi weşandina daxuyaniyekê ragihandin ku rageşî û aloziyan di navbera Îran û Amerîkayê gihêştine asteke bi taluke û xirab û ew ji ber dûhatên wê yên xirab ser Iraqê ketine nav fukaran.
Wan di daxuyaniya xwe ji Îran û Amerîkayê xwestin ku ser hemdê xwe bibin û pirsgirêkên xwe ji riyên dîplomatîk safî bikin.
Serdar sipehbud Qasim Silêmanî fermandeyê Hêza Quds a Sipayê Pasdarên Înqilaba Îslamî ya Îranê sibeya roja înê sêyemê Çileya 2020 ku ser vexwendina fermî ya rayedarên Iraqê çûbû vî welatî, ligel Ebûmehdî Muhendis cîgirê serokê Heşda Şebiya Iraqê û 8 kesên din li nêzîkiya Bexdayê ketin ber êrişa hewayî ya artêşa terorîst û dagîrker a Amerîkayê û şehîd bûn.
Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî ya Îranê duh di bersiva cinayeta Amerîkayê li babeta şehîdkirina serdar Silêmanî, bi dehan mûşek bargehên leşkerên Amerîkayê li parêzgehên Enbar û Hewlêrê yên Iraqê kirin hedef. Berpirsekî agahdar yê Sipahê Pasdaran diyar kir ku di encama vê operasiyonê zêde ji 80 leşkerên amerîkî hatin kuştin û zêde ji 200 kes jî birîndar bûne.