Çawûşoglu terora serdar Sulêymanî wek xetera cidî bo aşitiya navçê da zanîn
Çile 06, 2020 14:18 Asia/Tehran
Wezîrê derve yê Tirkiyê terora fermandê şehîd ê hêza Qudsê ya Sipahê pasdarên Îranê wek xetera cidî bo aşitiya navçê da zanîn.
Li gorî rapora Anadolu News`ê, roja duşemiyê, Mewlûd Çawûşoglu wezîrê derve yê Tirkiyê li axiftinekê li civîna nirxandina sala 2019`an li Enqerê ev yeka xist rojevê.
Wî di dewamê de teqez kir: Emê hewldanên xwe bi welatên din ên cîhanê re bona kêmkirina aloziya navbera Amerîkayê û Îranê bidomînin.
Receb Teyib Erdogan serokkomarê Tirkiyê jî pêştir bal kişand ser vê yekê ku Emerîka bi bijartina terora Qasim Sulêymanî bûye sedema gurbûna aloziyê li navçê û destnîşan kir ku terora fermandê pilebilind ê dewletekî û welatekî bêbersiv namîne.