Erdoxan: Terora kesayetiyekî wekî Serdar Silêmanî bêbertek namîne
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i311968-erdoxan_terora_kesayetiyekî_wekî_serdar_silêmanî_bêbertek_namîne
Serokomarê Tirkiyê got: Terora kesayetiyekî mîna serdar Silêmanî, Fermandarê Hêza Quds a Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî dê bêbersiv nemîne.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 06, 2020 11:59 Asia/Tehran
  • Erdoxan: Terora kesayetiyekî wekî Serdar Silêmanî bêbertek namîne

Serokomarê Tirkiyê got: Terora kesayetiyekî mîna serdar Silêmanî, Fermandarê Hêza Quds a Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî dê bêbersiv nemîne.

Li gorî rapora Tasnim Newsê, Erdoxanê serokomarê Tikriyê wek berteka li hemberî terora Serdar Sipehbud şehîd Qassim Silêmanî ji aliyê Amerîkayê va li Iraqê, got: Amerîkayê bi vê terorê qeyrana li navçeyê gurtir kiriye, ji ber ku terora kesayetioyekî wek Serdar Silêmanî dê bêbertek nemîne.

Serokomarê Tirkiyê her wiha got ku wî ji Trumpê serokomarê Amerîkayê xwestiye ku çekdarên amerîkî ji Iraqê derxîne.

Di vî halî da bi hezaran kes ji xelkê Tirkiyê Yekşemiyê wek nerazîtiya li hemberî êrîşa Amerîkayê ya terora Serdar Silêmanî û hevçeperên wî, li ber konsûlxaneya Amerîkayê li Istenbolê kom bûn.

Beşdarên kombûnê bi bilindkirina dirûşmeyên Mirin jibo Amerîkayê û Mirin jibo Siyonîsmê, cinayetên Amerîkayê yên şehîdkirina Fermandarê mêrxas ê Hêza Qudsê ya Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî û Ebu Mehdî Mihendis şermezar kirin û rayedarên Amerîkayê wek sembola têrorîsma dewletî dan zanîn.

Beşdarên hêrs bi şewitandina alên Amerîka û Israîlê, Serdar Silêmanî ku emrekê di şerê dijî komên têrorîst ên piştgirê Amerîkayê li Iraq û Sûriyê derbas kir, wek qaremanê neteweyî bi nav kirin.

Beşdaran destnîşan kirin ku rayedarên Amerîkayê li pey têkçûnên li pey hev li Rojavaya Asyayê , ji ber ku aciz û lawaz bûne, bi kiryareka têrorîstî ev serdarê cîhana îslamê û alîkarê Heşda Şeibiyê teror kirin ku ji ber vê yekê misilmanên cîhanê hêrs bûne.