HDP daxwaza hilbijartinên pêşwext dike
Hevserokê HDPê Sezai Temelli got ku dema guhertina Tirkiyê hatiye û daxwaza lidarxistina hilbijartinên pêşwext ji hikûmeta Tirkiyê kir.
Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî di kongreya partiya xwe ya li bajarê Mêrdînê de, rexne li projeya hikûmeta Tirkiyê ya bi navê Kanal Stenbol girt û amaje bi wê kir ku samanên bajarên Kurdnişîn bo projeyên li metropolên Tirkiyê tên bikaranîn. Kanala Istenbolê. Her wek pira Gazî Osman, hemû çavkaniyan ji Mêrdîn, Wan û Şirnexê dibe wê derê û dixe bin avê. Piştre jî dibêje; Çima Mêrdîn destkurt e? Çima Şirnex destkurt e? Ew bi cîbicîhkirina wan projeyan ku aqil qebûl nake, dixwaze vê çerxê bi vî awayî bizîvrîne.”
Sezaî Temellî herwiha di dewama axavtina xwe de bang li hikûmeta Tirkiyê kir bo encamdana hilbijartineke pêşwext û ragihand, “Niha li ser bingeha hevpeymaniya demokrasiyê, ji bo destûr û komareke demokratîk dema guhertina Tirkiyê hatiye. Lewra em dibêjin hilbijartina pêşwext, lewra em dibêjin fermo va ye meydan."