Rêzgirtina rêberê partiya Weten a Tirkiyê ji şehîd Sulêymanî û El-muhendis
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i311938-rêzgirtina_rêberê_partiya_weten_a_tirkiyê_ji_şehîd_sulêymanî_û_el_muhendis
Rêberê partiya Weten a Tirkiyê teqez kir: Serdarên reşîd ên Îslamê, serdar Qasim Sulêymanî û şehîd Ebûmehdî Muhendis, şehîdên bereya berxwedanê ne.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 05, 2020 13:07 Asia/Tehran
  • Rêzgirtina rêberê partiya Weten a Tirkiyê ji şehîd Sulêymanî û El-muhendis

Rêberê partiya Weten a Tirkiyê teqez kir: Serdarên reşîd ên Îslamê, serdar Qasim Sulêymanî û şehîd Ebûmehdî Muhendis, şehîdên bereya berxwedanê ne.

 Li gorî rapora Tesnîm News`ê, Dogu Perînçek got: Fermandê wêrek ê hêza Qudsê ya Sipahê Pasdarên Inqilaba Îslamî ya Îranê û Ebûmehdî Muhendis li riya rawestana li ber komên terorîstî û siyonîstan û zordariyên Emerîkayê li êrişa cinayetkarane û terorîstî ya Trump şehîd bûn. 

 Wî got ku niha tiştê ku em pêre rûbirû bûne handana hin welatên rojava Asiyayê ji aliyê Emerîkayê bo şerxwaziyê li navçê ye. 

Wî destnîşan kir: Emerîka li navçê işkest xwariye û ji armancên kirêt ku li Iraq, Sûriye û Tirkiyê hebûye, paşde maye loma li dû bêewlehkirina navçê ye.