HUDA-Parê têrora serdar Qasim Silêmanî ``êrişa têrorîstî`` bi nav kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i311935-huda_parê_têrora_serdar_qasim_silêmanî_êrişa_têrorîstî_bi_nav_kir
Partiya Doza Azad (HUDA PAR) li Tirkîyê, derbarê kuştina Qasim Sulêymanî de daxuyaniyek belav kir û rexne li aliyên îslamî yên li Tirkiyê girt.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 05, 2020 12:36 Asia/Tehran
  • HUDA-Parê têrora serdar Qasim Silêmanî ``êrişa têrorîstî`` bi nav kir

Partiya Doza Azad (HUDA PAR) li Tirkîyê, derbarê kuştina Qasim Sulêymanî de daxuyaniyek belav kir û rexne li aliyên îslamî yên li Tirkiyê girt.

Serokê Giştî yê HUDA PARê Îshak Saglam, bi daxuyaniyekê têrora Qasim Sulêymanî, Fermandarê Hêza Quds a Sipaha Pasdarên Inqilaba Islamî  û Ebû Mehdî Muhendis, Cîgirê Serokê Heşda Şeibî ya Iraqê şermezar kir û weke ‘êrişeke terorîstî’ bi nav kir.

Îshak Saglam di daxuyaniya xwe de amaje bi wê kiriye, wê êrişê serweriya welatekî serbixwe binpê kiriye û ev jî weke binpêkirina yasayên navdewletî bi nav kiriye.

Serokê HUDA PARê daxwaza nîşandana helwesteke tund dike li hember êrişê û bi şêweyekî nerasterast rexne li partiyên Îslamî yên Tirkiyê digire û dibêje, “Li şûna ku ev êriş hemahengî û yekrêziyê bihêz bike, mixabin ew êriş Îslamiyan ji hev dûrtir dixe û ev jî xizmeta berjewendiyên emperyalîstan dike.”

Jibilî HUDA PARê, Partiya Saadetê jî ku partiyeke îslamî li Tirkiyê ye, têrora  Qasim Sulêymanî şermezar kiribû.

Serokê Giştî yê Partiya Saadetê di yekem helwesta xwe ya li hember têrora serdar Qasim Sulêymanî de ew weke ‘şehîd’ bi nav kiribû û serxweşî li xelkê Îranê kiribû.