Enqere hêz û çekan dişîne Lîbîyê
3 mehan piştî ku Tirkîyê êrişa bakur Sûrîyê kir, nika Artêşa Tirkîyê xwe amade dike jibo opêrasyona dervesînorî, ew jî piştî ku Parlimana Tirkîyê roja Pêncşemê razîbûna xwe ser pêşnumaya şandina leşekrên wî welatî bo Lîbîyê nîşan da û ew pêşnumaya bi pirranîya dengan pejirand.
Malpera Monitorê ji zarê çavkanîyekî leşkerî ji Tirkîyê amajeyî wê kir ku Enqere bersiva daxwaza Hikûmeta Tifaqa Netewî ya Lîbîyê ya wergirtina hêza esmanî ku ji 6 heta 8 balafirên cengê yên F-16 û sîstema jipêşva-agahdarkirinê ya Avax pêk tê, dide û wan dişîne Lîbîyê.
Wisan ku çavkanîyê ji Maplera Monitorê re gotîye, bilî wan, Enqere hêzên deryayî jî yê bişîne Lîbîyê ku yê gemîyeke cura Firqatê, 2 yan 3 qayiqên ceng û yek an du gemîyên binavî jî bi xwe ra bibîbin. Enqere yê herwiha nêzî 3 hezar eskerên xwedan ezmûnê meydana şêrr digel hêza peya ya mêkanîkî û piştevan bişîne Lîbîyê.
Di vî halî da çavkanîyekî pillebilind li Misrê ragihand ku Qahirê biryar daye lêjneyekê ji Wezîrên Berevanî, Karên Derve û Serokê Dezgeha Istixbaratê pêk bîne bi merema hilkolandina rewşa Lîbîyê û bandorên wê ser ewlehîya Misrê û herwiha bandora şandina leşkerên Tirkîyê bo Lîbîyê ser ewlehîya netewî ya Misrê û hemî rojan raporekê raberî Ebdulfetah Sîsî bike.