HDP`ê: Terora Qasim Silêymanî dikare bibe destpêka şerê cîhanî yê sêyem
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i311914-hdp_ê_terora_qasim_silêymanî_dikare_bibe_destpêka_şerê_cîhanî_yê_sêyem
Hevserokê HDP`ê li parlemana Tirkiyê bal kişande ser terora serdar Silêymanî fermandarê hêza Qudsê ya Sipaha Pasdarên Inqilaba islamî ji aliyê Amerîkayê li nav axa Iraqê û destnîşan kir: Terora Qasim Silêymanî dikare bibe destpêka şerê cîhanî yê sêyem.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 04, 2020 13:47 Asia/Tehran
  • HDP`ê: Terora Qasim Silêymanî dikare bibe destpêka şerê cîhanî yê sêyem

Hevserokê HDP`ê li parlemana Tirkiyê bal kişande ser terora serdar Silêymanî fermandarê hêza Qudsê ya Sipaha Pasdarên Inqilaba islamî ji aliyê Amerîkayê li nav axa Iraqê û destnîşan kir: Terora Qasim Silêymanî dikare bibe destpêka şerê cîhanî yê sêyem.

Li gor rapora ajansa nûçan a Kurd Press`ê, Saroxan Ulço hevserokê HDP`ê li parlemana Tirkiyê bal kişande ser terora serdar Solêymanî fermandarê sipahê Quds ji aliyê Amerîka li nav axa Iraqê û destnîşan kir: Ev karê Amerîkayê dê bibe sebeba alûgorekî nû li navçê û dengê şerê sisyane cîhanî tê bihîstin ji ber ku Amerîka bi terora Qasim Solêymanî ev şera destpê kir û bi curekî nerasterast dijî Îranê şer ragihandiye.

Hevserokê HDP`ê li parlemana Tirkiyê herwisa destnîşan kir: Li halê ku navça rojhilata navîn aloz e, xwetêkeliya eskerî ya Tirkiyê bo nav Lîbiyayê dikare bi xeter bibe û wisa diyare Tirkiye bûye darê destê hêzxurtên din.

Wî got: Pêşniyara me bihêzkirina demokrasiyê ye û Tirkiye dikare li dewsa birina eskeran bo nav axa Lîbiyayê dikare navcîtiya siyasî bike.