CHP derbarê dûhatên têrora Serdar Silêmanî de hişyarî da
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i311906-chp_derbarê_dûhatên_têrora_serdar_silêmanî_de_hişyarî_da
Serokê Partîya Komarxwaz a Gel (CHP) a Tirkîyê derbarê dûhatên têrora Fermandeyê Hêza Quds a Sipaha Pasdarên Inqilaba islamî Serdar Silêmanî ji hêla Amerîkayê ve hişyarî da.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 04, 2020 09:25 Asia/Tehran
  • CHP derbarê dûhatên têrora Serdar Silêmanî de hişyarî da

Serokê Partîya Komarxwaz a Gel (CHP) a Tirkîyê derbarê dûhatên têrora Fermandeyê Hêza Quds a Sipaha Pasdarên Inqilaba islamî Serdar Silêmanî ji hêla Amerîkayê ve hişyarî da.

Kemal Kiliçdaroglu Serokê CHP amajeyî têkoşîna gellekî ciddî ya Serdar Qasim Silêmanî dijî komên têrorîst ên DAIŞ û Al Qaidê kir û got ku ev yeka dê bibe sedema pirsgirêkên nû û mezin li Rojhilata Navînê.

Serokê CHP amajeyî bandorwergirtina Tirkîyê ji her alûgura li Rojhilata Navînê kir û ji Receb Teyîb Erdogan xwest ku bi nermkirina û hevsengkirina sîyasetên navçeyî, Tirkîyê ji agirê şerê li Rojhilata Navînê dûr ragire.

Ji hêla din ve nûçeya şehîdkirina Fermandeyê Hêza Quds a Sipaha Pasdarên Inqilaba islamî Serdar Silêmanî duh bi awayekî berfire li rojnameyên Tirkîyê deng veda.