Dengvedana berfireh a nûça şehadeta serdar Qasim Sulêymanî li çapemaniya Tirkiyê
Nûça şehadeta serdar Qasim Sulêymanî, fermandê hêza Qudsê ya Sipahê pasdarên Inqilaba Îslamî li rojnameyên îro yên Tirkiyê bi awayekî berfireh deng vedaye.
Rojnama Miliyetê çapa Tirkiyê nivîsî: Li encama êrişa mûşekî ya Emerîkayê ser balefirgeha Bexdayê serdar Qasim Sulêymanî fermandê hêza Qudsê ya Sipahê Pasdarên Inqilaba Îslamî û Ebûmehdî Muhendis ji fermandeyên hêzên Heşda Şebî yên Iraqê hatin kuştin.
Li gor nivîsa vê rojnamê, ayetullah Elî Xamineyî rêberê Inqilab aÎslamî li peyamekê hişyarî da: Sebebkarên vê terorê dê berdêlake agiran bidin.
Rojnama Yênîşefeqê ya Tirkiyê jî nivîsî: Piştî şehadeta fermandê Hêza Qudsê ya Sipahê pasdarên Inqilaba Îslamî û Ebûmehdî Muhendis, alîkarê hêzên Heşda Şebî ya Iarqê li encama êrişa mûşekî ya Emerîkayê, hemî çavên xwe kutane meqerên vî welatî li Iraqê.
Li gorî vê raporê, Emerîkayê piştî dagirkirina Iraqê, meqerên curbicur li vî welatî ava kirine.
Yênî Şefeqê li nûçeyeke din de nivîsî: Hesen Rûhanî serokê Komara Îslamî ya Îranê li berteka li hember şehadeta serdar Qasim Sulêymanî got: Ev kirayra terorîstî ya Emerîkayê viyana Îranê bo dewama berxwedanê xurtir bike û dê tola wî bê hildanê.
Rojnama Sabahê ya Tirkiyê jî nivîsî: Serdar Qasim Sulêymanî fermandê hêza Qudsê ya Sipahê Pasdarên Inqilaba Îslamî ku li encama êrişa mûeşkaî ya hêzên emerîkî ser balefirgeha Bexadyê hat kuştin, wek yek ji kesên herî bi bandor li kivşkirina siyasetên Îranê ji Efxanistanê heta Iraqê û ji Sûriyê heta Lubnanê tê naskirin.
Rojnama Cimhûriyetê jî nivîsî: Ajansên navdewletî nûça kuştina serdar Qasim Sulêymanî fermandê hêza Qudsê ya Sipahê Pasdarên Inqilaba Îslamî li êrişa mûşekî ya hêzên emerîkî bi awayê demlidest şandin cîhanê.