Yeketiya Ereb pesindbûna Tezkereya şandina leşkeran li parlemana Tirkiyê şermezar kir
Yeketiya Ereb şeva borî bi daxuyaniyekê kiryara parlemana Tirkiyê ya pesendkirina tezkereya şandina leşkeran bo Lîbyayê şermezar kir û ragihand ku ev kiryara dibe sedema berfirebûna kêşe û pirsgirêkan li Lîbyayê.
Berpirsekê derecebilind ya Yeketiya Ereb ragehand, razîbûna perlemana Tirkiyê bo şandina hêzên serbazî bo Lîbya hewildane bo zêdetir alozkirina arêşeyan û berfirhekirina wan gêre û kêşeyan e ku li wê deverê hene.
Wî herwiha got: Yeketiya Ereb dijî her cure destwerdaneka serbazîya bîyanî ye di kirîza Lîbya de.
Wî berpirsî herwiha eşkera kir: Yeketiya Ereb piştîvanî ya çaresrî ya sîyasî dike bo kirîza Lîbya û derheq berfirehbûna krîza Lîbyayê bi fukar e.
Wezareta Derve ya Misirê jî duh bi daxuyanîyeke nivîskî biryara Parlemana Tirkîyê ya pesendkirina şandina leşkerên Tirkiyê bo Lîbyayê şermezar kir.
Di daxuyaniyeka nivîskî da Wezareta Derve ya Misirê ragihand: “Şandina leşkerên Tirk dikarin bandoreke neyênî li aramîya herêma Derya Sipî bike.”
Duh perlemana Tirkiyê di civîneke biliz de biryara şandina hêzên serbazî bo Lîbyayê pesind kir.
Li gor wê biryarê, artêşa Tirkiyê dest vekirî dibe daku hêzên xwe bişîne Lîbyayê.
Tirkiya piştîvanîyê li hikumeta Wîfaqa Nîştîmanî ya Terablusê dike.
Di civîna perlemanê de, 325 perlemanataran deng Erê dan tezkereya şandina hêzan û 184 jîdengê Na dan.
Li gor wê biryarê bo dema salekê artêşa Tirkiyê dikare hêzan bişîne Lîbyayê.
Berê jî, perlemana Tirkiyê çend caran rê daye artêşa welatê xwe ku li derve ya sinûrên xwe bi taybetî Îraq û Sûriyê operasyonên serbazî encam bide.