Parlamentoya Tirkiyê pêşnumaya şandina serbazan bo Lîbyayê qebûl kir
Li parlamentoya Tirkiyê îro dengdan li ser pêşnumaya şandina serbazên wî welatî bo Lîbyayê hat encamdanê û ew tezkere hat qebûlkirin. 509 parlamenter beşdarî dengdanê bûn û 325 parlamenteran dengê ''erê'' danê.
Mijara şandina hêzeke serbazî bo Lîbyayê ev heyameke di rojeva Tirkiyê de ye û îro li ser tezkereya derbarê şandina serbazên Tirkiyê bo Lîbyayê, dengdan li parlamentoya Tirkiyê birêve çû.
Di encamê de ew tezkere bi dengên parlamenterên partiya desthilatdar li wî welatî AKP û partiya hevalbenda wê MHPê, hat qebûlkirin.
Berî destpêkirina dengdanê, li ser wê plan û tezkereya şandina serbazan bo Lîbyayê partiyên li parlamentoyê jî nêrînên xwe derbarê wê tezkereyê de aşkere kirin.
Parlamenter Tulay Hatimogullari li ser navê fraksiyona Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ew pêngava hikûmeta Tirkiyê weke, ‘pêngava bo dagîrkeriyê’ bi nav kir û got, “Ev siyaseta belav bûnê ye, ev di yasayên navdewletî de dagîrkerî ye, destwerdan e.”
Parlamenter Unal Çevîkoz li ser navê Partiya Komarî ya Gel (CHP) gotarek pêşkêş kir û ew tezkere weke, ‘karesat’ pênase kir û got ku desthilata Tirkiyê bi şandina serbazan bo Lîbyayê welêt têxe jêr metirsiyeke mezin û diyar kir, “Ev bangekeke bo karesatê ye, ne tezkereyeke bi mebesta alîkariyên mirovî.”
Parlamenterê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP), Îsmet Yilmaz jî got ku yasayên navdewletî rê didin vê tezkereyê û diyar kir ku ev mijar peywendîdar e bi ewlekariya Tirkiyê û destkevtên wî welatî û ev tezkere jî weke, ‘di çarçoveya rûbirûbûna terorê de’ bi nav kir.
Cîgirê Serokê Fraksiyona Partiya Tevgera Netewperest (MHP), Erkan Akçay jî li ser wê tezkereyê îddîa kir ku ew bi vê tezkereyê hevkariyekê bo pêkanîna aştiyê dikin û got, “Em bi vê pêngavê destkevtên xwe yên li Derya Spî diparêzin.”
Partiya Saadetê jî ku li parlamentoya Tirkiyê 2 parlamenterên wê hene, berî destpêkirina dengdanê aşkere kiribû ku ew dê tezkereyê erê bikin lê parlamenterekî Saadetê beşdarî dengdanê nebû û parlamenterê din, Abdulkadir Duman jî deng neda û got, “Em red dikin bibin şirîkê vê tezkereyê.”