Erdogan: 250 hezar awareyên nû yên sûrî bera xwe dane Tirkîyê
Çile 02, 2020 12:53 Asia/Tehran
Serokomarê Tirkîyê hişyarî da ku bi sedan hezar awareyên nû yên sûrî bera xwe dane sînorên wî welatî.
Receb Teyîb Erdogan Serokomarê Tirkîyê got: Nika 250 hezar awareyên ji parêzgeha Idliba Sûrîyê bera xwe dane Tirkîyê.
Serokomarê Tirkîyê amajeyî meşa hejmareke berfire ya awareyên sûrî ber bi sînorê wî welatî va kir û got: Em hewil didin ku pêşîya derbasbûna wan awareyana nav Tirkîyê bigirin.
Nika Tirkîye mazûvanîya 3 milyon û 700 hezar awareyên sûrî dike. Bi gurrbûna pevçûnan li Idlibê çav li rê ye ku hejmareke zêde ya nifûsa 3 milyon kesî ya niştecihên wê parêzgehê jî jibo parastina canê xwe jê birevin.