Cîgirê Erdogîn: Heke êrişên hêzên Hefter bên sekinandinê, Tirkîye dê leşekran neşîne Lîbîyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i311819-cîgirê_erdogîn_heke_êrişên_hêzên_hefter_bên_sekinandinê_tirkîye_dê_leşekran_neşîne_lîbîyê
Cîgirê Serokomarê Tirkîyê got ku heke Artêşa Netewî ya Lîbîyê êrişî Trablosê neke, Enqere dê leşrkan neşîne vî welatî.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 02, 2020 04:01 Asia/Tehran
  • Cîgirê Erdogîn: Heke êrişên hêzên Hefter bên sekinandinê, Tirkîye dê leşekran neşîne Lîbîyê

Cîgirê Serokomarê Tirkîyê got ku heke Artêşa Netewî ya Lîbîyê êrişî Trablosê neke, Enqere dê leşrkan neşîne vî welatî.

Cîgirê Serokomarê Tirkîyê Fuad Oktay di hevpeyvîna digel Ajansa Nûçan a Anaduoluyê de got ku heke Artêşa Netewî ya Lîbîyê êrişî Trablosê neke, Enqere dê leşrkan neşîne vî welatî. 

Wî herwiha got: Hêvî dikim hegerek jibo şandina leşrkan bo Lîbîyê tinebe. Rola me pêşîlêgirtin e û Artêşa Netewî ya Lîbîyê jî baş haya wê ji vê yekê heye.

Cîgirê Serokomarê Tirkîyê di dewama axavtinên xwe da got ku heke Artêşa Netewî ya Lîbîyê êrişên xwe bidomîne, Tirkye dê ligorî daxwaza Dewleta Tifaqa Netewî ya Lîbîyê leşkeran bişîne vî welatî. 

Fuad Oktay herwiha got: Ew biryara dikare heta salekê cih bê û heke pêwîst be, em dê hejmareke kivş a leşkeran bişînin Lîbîyê.