Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê ser pesendkirina Pêşnumaya şandina çekdaran bo Lîbiyê pêgirî kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i311790-wezîrê_berevaniyê_yê_tirkiyê_ser_pesendkirina_pêşnumaya_şandina_çekdaran_bo_lîbiyê_pêgirî_kir
Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê got: Pesendkirina pêşnumaya şandina hêzên çekdar bo Lîbiyê li parlimana Tirkiyê kiryareka hiqûqî û qanûnî ya pêwîst e.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 01, 2020 04:16 Asia/Tehran
  • Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê ser pesendkirina Pêşnumaya şandina çekdaran bo Lîbiyê pêgirî kir

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê got: Pesendkirina pêşnumaya şandina hêzên çekdar bo Lîbiyê li parlimana Tirkiyê kiryareka hiqûqî û qanûnî ya pêwîst e.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Xulûsî Akar di hevpeyivîna digel kanala NRT'yê tevî amajeya bi amadetiya hêzên çekdar ên Tirkiyê jibo çûyîna bo Lîbiyê got: Piştî pesendkirina qanûna şandina hêzên çekdar bo Lîbiyê, Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê dê kiryarên lazim jibo şandina hêzan pêk bîne.

Pêşnumaya şandina hêzan bo Lîbiyê bi îmzeya serokomarê Tirkiyê bo parlimana vî welatî hatiye şandin. Biryar e ev pêşnuma roja 2ê Çileya 2020 li Parlimana Tirkiyê were hilkolandin û bikeve ber dengdanê.

Lîbî ji çend mehan beriya niha va bûye qada şerê navxweyî navbera Dewleta Yekîtiya Neteweyî û Artêşa Neteweyî ya Lîbiyê bi fermandetiya Jeneral Xelîfe Hefter.

Tirkiye pişta Dewleta Yekîtiya Neteweyî digire, di halekî ku welatin mîna Misir û Imaratê pişta hêzên Artêşa Neteweyî ya Lîbiyê digirin.