Muqteda Sedr: Divê şexsiyetên Iraqê bona derxistina hêzên amerîkî ji welêt bibin yek
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i311768-muqteda_sedr_divê_şexsiyetên_iraqê_bona_derxistina_hêzên_amerîkî_ji_welêt_bibin_yek
Rêberê Tevgera Sedr Muqteda Sedr ji gişt kom û tevegrên iraqî yên siyasî û civakî xwest ji bo derxistina hêzên amerîkî ji Iraqê bibin yek.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 31, 2019 08:50 Asia/Tehran
  • Muqteda Sedr: Divê şexsiyetên Iraqê bona derxistina hêzên amerîkî ji welêt bibin yek

Rêberê Tevgera Sedr Muqteda Sedr ji gişt kom û tevegrên iraqî yên siyasî û civakî xwest ji bo derxistina hêzên amerîkî ji Iraqê bibin yek.

Duh duşemê 30-12- 2019an Muqteda Sedr li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ya twitterê ragihand divê berpirsên gewre yên Iraqê helwest werbigirin û hemwelatiyên xwe ji şerê Amerîka û welatên din biparêzin.Herwiha Muqteda Sedr dibêje heger Iraqî ne yek helwest bin Iraq bi dawî dibe.

Wî ji gişt kom û tevegrên iraqî yên siyasî û civakî xwest ji bo derxistina hêzên amerîkî ji Iraqê bibin yek û helwêsteke cidî li vê babetê de bigirin ber xwe. 

Ev daxuyaniya Muqteda Sedr di demekê daye ku êvara roja yekşemê 29-12-2019an Heşdî Şabî ragihand, pêgehên wan li rojavayê parêzgeha Enbarê rastî êrîşên balafirên amerîkî yên bêpîlot hatin. Rêveberiya Tevgeran a Heşdî  Şabî diyar kir, di encama vê êrîşa dirindane li ser Lîwaya 45 û 46 de, 30 hêzên Heşda Şebî şehîd û 51 hêzên wê jî birîndar bûn.

Ev kiryara hovane ya Amerîkayê ji aliyê kom û şexsiyetên siyasî û olî û rayedarên iraqî û herwiha ji aliyê gelek weklat û rêxistinên cîhanî hatiye şermezarkirin û ev kiryara Amerîkayê wekî binpêkirina serweriya Iraqê hatiye nasandin.