Tirkiyê tezkereya Libyayê çandiye Meclisê
Tezkereya Serokomariyê ya li ser şandina eskeran a ji bo Libyayê ji Meclisa Tirkiyê re hat pêşkêşkirin.
Li gor ajansa Anadoluyê Serokê Parlemana Tirkiyê Mustafa Şentop, bang li Lijneya Giştî ya Parlemanê kir ku roja 02.01.2020an pêncşembê ji bo vê tezkereyê bicive.
Şentop daxwaz li parlementeran kir ku bi mebesta temînkirina gotûbêja li ser tezkereya Serokomariyê ya ji bo şandina eskeran bo Lîbyayê, 2yê meha Çileya 2020 roja pêncşembê seat 14.00an li Lijneya Giştî amade bin.
Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan aşkere kiribû ew amade ye her alîkarieyeke serbazî bo hikûmeta Trablûsê li Libyayê bişîne.
Roja pêncşemê 26.12.2019an karbidestekî Dewleta Wifaqa Neteweyî ya Lîbyayî bi serokatiya Fayiz Sirac ji Reutersê re gotibû ku hikûmeta wî bi fermî ji Tirkîyê xwestiye “bi rêka esmanî, bejeyî û deryayî piştgirîya leşkerî” bide wê ku bikaribe rê li ber êrîşa ser paytext Trablûsê bigire. Tirkiye û Qeterê bi cidî piştgiriya vê dewletê dike.
Vê dawiyê berdevkê Koma bi navê Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê Lîwa Ehmed Mismarî gotibû: Tirkiyê çekdarên tundrew ji Sûriyê dişîne Lîbyayê, hinek ji wan çekdarên cebhet el Nusre ne û hinek jî ji wan çekdarên DAIŞî ne.
Welatên wekî Erebistan, Îmaret û Misir piştgiriya Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê bi serokatiya Xelîf Hefter dikin.