Çavuşoglu ji bo piştgiriya leşkerî ya Lîbyayê dê îro ligel Kiliçdaroglu bicive
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i311735-Çavuşoglu_ji_bo_piştgiriya_leşkerî_ya_lîbyayê_dê_îro_ligel_kiliçdaroglu_bicive
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu, ji bo tezkereya piştgiriya leşkerî ya bo Lîbyayê, îro Duşemê 30ê Kanûnê yê ligel Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu bicive û derbarê tezkereyê de agahiyan bide wî .
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 30, 2019 06:27 Asia/Tehran
  • Çavuşoglu ji bo piştgiriya leşkerî ya Lîbyayê dê îro ligel Kiliçdaroglu bicive

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu, ji bo tezkereya piştgiriya leşkerî ya bo Lîbyayê, îro Duşemê 30ê Kanûnê yê ligel Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu bicive û derbarê tezkereyê de agahiyan bide wî .

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu, bi armanca ku derbarê tezkereya Lîbyayê de agahiyan bide, îro yê serdana CHP, MHP û ÎYÎ Partiyê bike.

Hat ragihandin ku Çavuşoglu daxwaza hevdîtinê ji Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu kiriye û wî jî bi erênî bersiv daye.

Piştî bersiva erênî ya Kiliçdaroglu,hat gotin ku Çavudşoglu dê îro nîvro serdana Navenda Giştî ya CHPê bike û derbarê Lîbyayê de ligel Kiliçlaroglu hevdîtinê pêk bîne.

Kiliçdaroglu ragihandibû ku ew piştgiriya tezkereya Lîbyayê ya ji bo şandina leşkeran bo wî welatî nakin

Tê çaverêkirin ku Çavuşoglu hema îro li ser heman mijarê ligel Seroka ÎYÎ Partî Meral Akşener û Serokê MHPê Devlet Bahçelî jî bicive.

Serokê MHPê Devlet Bahçelî piştgirîyê dide helwesta hikûmeta Tirkiyê ji bo şandina leşkerên wî welatî bo Lîbyayê û diyar kiriye, ku ew ligel tezkereya şandina leşkeran bo Lîbyayê ne.

Piştî dijwarbûna êrîşên hêzên ser bi Xelîfe Hefet ve bo ser hikûmeta li Trablusê, Serokomarê Tirkiyê Receb Teyîb Erdogan aşkere kir, eger daxwaz ji wan were kirin ew dê piştgiriya serbazî bidin hikûmeta Lîbyayê ya li Trablusê.

Li gor Reutersê, hikûmeta Trablusê ya bi serokatiya Sirac pêr Înê bi fermî daxwaza piştgiriya serbazî ya bejayî, deryayî û esmanî ji Tirkiyê kiriye