Pervîn Buldan: Iadî bi AKP re hîç demajoyeke aştîyê nayê şopandin
Hevserka Partîya Dêmokiratîk a Gelan (HDP) got: Idî mirov nikare bi AKP re hîç demajoyeke aştyê bişopîne.
Hevserka Partîya Dêmokiratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldanê amajeyî meseleya Kurdan li Tirkîyê kir û got: ''Idî mirov nikare bi AKP re hîç demajoyeke aştyê bişopîne. Em dê aştîya rastî digel Kurdan, Tirkan û Ereban dabîn bikin. AKP yê di demeke gellekî kurt de here. AKP nika ser 3 çiqan parve bûye, Em Hikûmetekê li Tirkîyê dibînin ku rayedarên wê gotinên hevdu derew didin zanîn û tawanbar dikin. Lezandina wêdaçûna AKP ji hikûmetê di destê me opozosyona dêmokiratîk da ye. Dema wê giheştîye û destpê bûye. Werin em wê demajoyê bilezînin. AKP dê sîlleyeke qahîm bixwe.''
Hevserka HDP herwiha got: '' AKP bi nasnekirina Kurdan şer dijî destkevtên Kurdan destpê kirîye. Zêhnîyetek heye ku dijî istatûyê jibo Kurdan e. Derdayîyê sereke yê wî şerî dê gelê Tirkîyê be. Qeyranên aborî, kuştina zarokan û hwd ew faktorana ne ku dibin sedema zîyan û derdayîna gel di wî şerî da. Jibo garantîkirina iqtidara xwe opêrasyonan encam didin. lê em dizanin ku gelê Tirkîyê dijî wan opêrasyonan e û himberî wan disekine.''