8 sal bi ser komkujiya Roboskiyê re derbas bûn
Heştemîn salvegera komkujiya Roboskiyê li gelek bajar û navçeyên Tirkiyê nemaze yên Kurdnişîn bi daxuyanî, panêl û nîşandana filman û bernameyên din hat lidarxistinê.
Li Enqereya paytexta Tirkiyê jî Komeleya Edalet ji bo Roboskiyê bi daxuyaniyekê daxwaz ji hikumetê kir ku berpirsiyarên vê karesat û komkujîyê bêne cezakirin.
Parlementerê HDPê, Omer Faruk Gergerlîoglu, dibêje, “Heşt sal ser qetlîama Roboskiyê re derbas bûn, lê mixabin êdî rêyên hiquqî neman. Dosya di destê dadgeha serbazî de bû, gelek rapor jî hatine amadekirin. ji Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê jî mixabin ti encam derneketin. Hindek kêşeyên teknîkî çêbûn. Mixabin niha rêyên hiquqî hatine girêdan, lê li aliyê din hiquqsanên me xebatekê dikin ku rêyeke din û bi şêweyekî din careke din vê dosyayê bixin rojeva dadgehan.”
Bi beşdariya parlementerên HDPê, berpirsên komeleyên mafên mirovan û nûnerên çend saziyên din di panêlekê de behsa Roboskiyê û şeva komkujî û karesatê hate kirin. Serokê Şaredariya Qersê ku pêştir serokê Mazlumderê bû, di gotara xwe de daxwaz kir berpirsên demê bêne muhakimekirin.
Serokê Navenda Parêzeran a Dîyarbekrê di merasima salvegera komkujîya Roboskîyê de amajeyî wê karesata mirovî kir û got: Himberî encamder û rastîyên komkujîya Roboskîyê dîwarekî bilind hatîye lêkirinê.
Cîhan Aydin got: Ji dema qewimîna wê karesatê ve heta roja îro zext û şîdeta dijî Roboskîyê bi awayekî bê rawestan hatîye domandin û hemî hewildanên jibo serêxwegirtina dadperwerîyê di vî warî de pêrgî zilmê bûne.
28`ê Berfanbara 2011an li gundê Roboskî yê ser bi navçeya Qilabanê li parêzgeha Şirnexê di encama erîşeke firokeyên Tirkiyê de 19 jê zarok 34 kes hatin kuştinê.