Çavûşoglu hişyarî da ku diqewme Lîbya bibe Sûriyeke din
Wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mevlut Çavûşoglu li ser Lîbyayê ku diqewme bibe Sûriyeke din hişyarî da.
Li gor Tesnîmê, Çavûşoglu duh got: bila welatên navçê ji bo girtina pêşya çêbûna Sûriyeke din ji Lîbyayê dest bi kar bibin û gavên bi bandor bavêjin.
Wezîrê derve yê Tirkiyê herwiha hişyarî da ku tevîhevbûn û têkçûna Lîbyayê bi lez bandorê li welatên navçê dike.
Serokomarê Tirkiyê Receb teyib Erdogan li sefera xwe ya Tûnisê îdiakiribû pênc hezar kirêgirtiyên Sûdanî û Rûs li kêleka hêzên general Hefter li dijî Terablosê şer dikin.
Ji 4 salên berê ji ber dijberî û neyariya di navbera partî û komên lîbyayî ev welata bi du paran parve bû ku her parek xwediyê parleman û artêşa cudaye . Para rojhilata Lîbyayê li bin destê hêzên Artêşa Nîştimanî ya general Xelîfe Hefter ku paytexta wê Tebreq e û para rojava ya bin destê Dewleta Wifaqa Neteweyî ya Faiz Sirac bi paytextiya Terablosê ye.
Di vê navberê de berdevkê Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê Lîwa Ehmed Mismarî jî dibêje: Tirkiyê çekdarên tundrew ji Sûriyê dişîne Lîbyayê, hinek ji wan çekdarên cebhet el Nusre ne û hinek jî ji wan çekdarên DAIŞî ne.