CHP: Deng nadin şandina leşkeran bo Lîbyayê
Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu radigihîne, ew naxwazin xwîna leşkerên wan li çolên Lîbyayê birije.
Biryar e AKPê di 8ê meha bê projeyasaya şandina hêzên leşkerî yên Tirkiyê bo Lîbyayê pêşkêşî parlemanê bike.
Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu li dijî şandina leşkerên Tirkiyê bo Lîbyayê derdikeve û dibêje, hikûmeta Tirkiyê ji bo biratiya îxwan dixwaze biçe Lîbyayê. Lê di dema dengdanê, ewê dengê NA bidin projeyasaya şandina leşkeran.
Kiliçdaroglu dibêje, ew naxwazin xwîna leşkerên wan li çolên Lîbyayê birije.
Serokomarê Tirkiê Recep Tayîp Erdogan berî niha çend rojan eşkere kiribû, ewê hêzên Tirkiyê bişînin Lîbyayê.
Hikûmeta Tirkiyê 27ê meha bûrî bi Lîbyayê re rêkeftina hevkariya leşkerî kiribû.
Erdogan ragihandibû Tirkiye amade ye alîkariya serbazî yan bejayî, esmanî yan deryayî pêşkêşî Lîbya bike, eger Lîbyayê daxwazek wiha bike. Serokê Dewleta Wifaqa Neteweyî jî daxwazeke wiha ji Erdogan kir û Erdogan jî diyar kiriye ku projeqanûna şandina leşkaran wê 8 meha bê bişîne parlemanê û heke parleman wê pesind bike wê hêzan bişîne Lîbyayê.