Hewldana Rûsiyê bo firotina duwem nifşa sîstema S-400 bo Tirkiyê
Alîkarê serokwezîrê Rûsiyê cardinê li bara hitmala firotina duwem barê sîstema berevaniya mûşekî ya S-400 bo Tirkiyê agahî da.
Li gorî rapora ajansa Tasê, Yûrî Borîsêf, alîkarê serokwezîrê Rûsiyê li bara hitmala firotina duwem barê sîstema S-400 bo Tirkiyê got: Pir muhtemel e ku ew vê bijarteyê bikar bînin û hevkariya bi me re bidomînin. Em bo vê yekê hêvîdar in.
Alîkarê serokwezîrê Rûsiyê li bara merema Tirkiyê bo kirîna vê sîstema berevaniyê ji Moskowayê diyar kir: Sîstemên berevaniya hewayî ya Rûsiyê li asteke joratir ji hevrikên xwe yên biyanî ne.
Borîsêf her wiha sîstemên berevaniyê yên emerîkî rexne kirin û destnîşan kir: Patriot û sîtemên din işkest xwarin, li halekî ku êrişên berdewam li dijî meqera me li Hemîmîmê hemî ji aliyê sîstema berevaniya hewayî ya me tên pûçkirin.
Moskowa û Enqere Îlona 2017`an peymana çek û sîlehî ya sîstemên mûşekî yên S-400 wajo kirin û yekim barê vê sîstemê Tîrmeha 2019`an radestî Tirkiyê hatkirin. Emerîka û NATO bi tundî dijberê vê kiryara Tirkiyê ne.