Li 5 herêmên Colemêrgê qedexe hat ragihandin
Li parêzgeha Colemergê jibo heyama 15 rojan qedexeya hatin û çûnê hat ragihandin.
Walîtiya Colemergê di daxuyaniyekê de, careke din li sînorê wê parêzgeha qedexeya hatin û çûyînê ragihand.
Waliyê Colemergê ragihandiye ku, li 5 heremên ser bi bajarê Colemergê û navçeyên Gever, Şemzînan û Çelê derbasbûn û derketin hatiye qedexekirin.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin, ku qedexe dê 15 rojan bidome.
Hatiye ragihandin ku biryara qedexeyê li wan 5 herêman, ji ber sedemên ewlehiyê hatiye dayîn û qedexe ji îro 28ê Kanûna 2019an ve destpê dike û dê heta 11ê Çile (meha yekê) ya 2020an bidome.
Li gor daxuyaniyê, di heyama qedexeyê de dê operasyon bêne pêkanîn.
Berî vê biryarê, bi biryara Walîtiyê ji roja 18ê Kanûnê heta 22ê Kanûnê li 2 cihên ser bi bajarê Colemêrgê ve û herwiha li navçeyên Gever, Şemzînan û Çelê wek “herêmên taybet ên ewlekariyê” hatibûne diyarkirin.
Hikûmeta Tirkiyê bi hinceta hebûna gerîlayên PKKê û operasyonên li dijî wan, li piraniya parêzgehên Kurdnişîn û bajar û bajarokên wan qedexeya hatin û çûnê û herêmên ewlehiyê yên taybet radigihîne.