15 HDPyî ji encumenên şaradariyan hatin dûrxistin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i311666-15_hdpyî_ji_encumenên_şaradariyan_hatin_dûrxistin
Li Erzeromê 15 endamên encumena şaradariyên HDPê ji kar hatin dûrxistin. Li parêzgeha Mêrdînê jî Hevseroka DBP Hasibe Mengirkaon hate girtin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 28, 2019 07:24 Asia/Tehran
  • 15 HDPyî ji encumenên şaradariyan hatin dûrxistin

Li Erzeromê 15 endamên encumena şaradariyên HDPê ji kar hatin dûrxistin. Li parêzgeha Mêrdînê jî Hevseroka DBP Hasibe Mengirkaon hate girtin.

Ligorî rapora mêdyayên Tirkîyê, li navçeyên Gosî, Tatos û Karaçobanê yên parêzgeha Erzeromê, 15 endamên encumenên şaradariyan yên ser bi HDPê ve ji kar hatin dûrxistin.

Dûrxistina wan endamên HDPyî yên encûmenên şaredariyên her sê navçeyên parêzgeha Erzeromê bi biryara Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyê hatiye encamdan.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyê, tenê bi hinceta ku di derheqê wan endamên encûmenên HDPê de lêpirsîn tê kirin, biryara dûrxistina wan daye.

Li parêzgeha Mêrdînê jî Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Hasibe Mengirkaon hate girtin.

Hasibe Mengirkaon 4 rojan berî niha roja 24ê Kanûnê ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê ve hatibû desteserkirin.

Li gor agahiyan, piştî ku îfadeyên destpêkê ji wê rayedara DBPê hate wergirtin, duh bera wê dan dadgehê.

Li ser daxwaza serdozgeriyê, dadgehê bi tohmeta endametiya PKKê biryara girtinê ser Hevseroka DBPê ya Mêrdînê Hasibe Mengirkaon de sepand.

Piştî dadgehê biryara girtinê di derheqê wê de da, Hasibe Mengirkaon ji bo zîndana Mêrdînê hate şandin.