Tirkîye: Enqere dê pêbendê rêkevtina digel Lîbîyê be
Serokê Dayra Peywendîyan a Dezgeha Serokomartîya Tirkîyê ragihand ku Enqere dê pêbendê rêkevtina digel Dewleta Tifaqa Netewî ya Lîbîyê bimîne û piştgirîyê bide berjewendîyên hevpar û pêkanîna istiqrarê li deryaya Medîteranê.
Fexredîn Altûn Serokê Dayra Peywendîyan a Dezgeha Serokomartîya Tirkîyê li Twitterê pêgirî ser pêwîstîya kutakirina piştgirîyên derveyî ji komên neqanûnî yên dijî Dewleta Tifaqa Netewî ya Lîbîyê kar dikin kir û got: Enqere dê piştgirîyê bide dewleta rewa ya Lîbîyê ku ji hêla civaka navnetewî va bi awayekî fermî hatîye naskirinê.
Tirkiyê di 27ê Mijdarê de bi Hikumeta Tifaqa Neteweyî ya Lîbayayê re peymana ewlehî-deryayî îmze kir.
Peymana ewlehî-deryayî di 21ê Kanûnê de li Parlimana Tirkîyê ket ber dengdanê. Partiyên opozîsyonê CHP, HDP, îyî Partî li dijî derketin lê bi dengên AKP û MHP hat qebûlkirin.
Tirkîye bi saya peymana ewlehî-deryayî ya digel Dewleta Tifaqa Netewî ya Lîbîyê dikare bi Lîbyayê re hevkarîya leşkerî, parvekirinên îstîxbaratî, veguhertina xwendekar û xebatkaran, herwiha piştgirîya lojîstîkî bike.
Serokomarê Tirkiye Receb Teyyîb Erdogan derheq wê peymanê got "Li Behra Sipî em dest dirêjê berjewendî û mafên kesî nakin, armanca me ew e ku pêşî li destdirêjîya ser mafên Enqerê bigrin."
Erdogan da zanîn tezkereya Lîbyayê ya ku rê li ber şandina leşkerên Tirkiyê vedike, di 8ê Çileyê de yê li parlamena Tirkîyê bikeve ber nîqaşê.