Erdoxan biryarnama şandina leşkeran bo Lîbyayê dişîne Parlementoyê
Tirkiyê di 27ê Kanûnê de bi Hikumeta Tifaqa Neteweyî ya Lîbayayê re peymana ewlehî-deryayî îmze kir.
Peymana ewlehî-deryayî di 21ê Kanûnê de li Parlimana Tirkîyê ket ber dengdanê. Partiyên opozîsyonê CHP, HDP, îyî Partî li dijî derketin lê bi dengên AKP û MHP hat qebûlkirin.
Tirkîye bi saya peymana ewlehî-deryayî ya digel Dewleta Tifaqa Netewî ya Lîbîyê dikare bi Lîbyayê re hevkarîya leşkerî, parvekirinên îstîxbaratî, veguhertina xwendekar û xebatkaran, herwiha piştgirîya lojîstîkî bike.
Serokomarê Tirkiye Receb Teyyîb Erdogan got "Li Behra Sipî em dest dirêjê berjewendî û mafên kesî nakin, armanca me ew e ku pêşî li destdirêjîya ser mafên Enqerê bigrin."
Erdogan da zanîn tezkereya Lîbyayê ya ku rê li ber şandina leşkerên Tirkiyê vedike, di 8ê Çileyê de yê li parlamena Tirkîyê bikeve ber nîqaşê.
Karbidestekî Lîbyayî duh ji Ajansa Nûçan a Reutersê re got ku hikûmeta wî welatî bi fermî ji Tirkîyê xwest ku “bi rêka esmanî, bejeyî û deryayî piştgirîya leşkerî” bide wê ku bikaribe rê li ber êrîşa ser paytext Trablusê bigire.