Bihaya Lîrê Tirkîyê himberî Dolar daket û bihaya Benzînê jî jorda çû
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i311629-bihaya_lîrê_tirkîyê_himberî_dolar_daket_û_bihaya_benzînê_jî_jorda_çû
Yêketîya Bênzînxane û Ardûxanên Tirkîyê ragihand ku bihaya Benzîn û Mazotê jorda çû û di hefteya buhurî da jî bihaya Lîrê Tirkîyê himberî Dolar daket.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 26, 2019 14:53 Asia/Tehran
  • Bihaya Lîrê Tirkîyê himberî Dolar daket û bihaya Benzînê jî jorda çû

Yêketîya Bênzînxane û Ardûxanên Tirkîyê ragihand ku bihaya Benzîn û Mazotê jorda çû û di hefteya buhurî da jî bihaya Lîrê Tirkîyê himberî Dolar daket.

Yêketîya Bênzînxane û Ardûxanên Tirkîyê li rûpela xwe ya Twitterê nivîsî: Bihaya her lîtra Mazotê 22 Qurûş û ya Benzînê jî 16 Qurûş jorda çû û bi vî awayî bihaya her lîtra Benzînê giheşte 7 heta 8 Lîra.

Ji hêla din ve bihaya Lîrê Tirkîyê himberî Dolarê Amerîkayê sedî 2 daket û di encama sepandina boykotên Waşîngtonê ser Enqerê da hema di mehekê da bihaya Lîrê Tirkîyê sedî 4 daketîye û vê yekê bandor li bihaya diravê Tirkîyê li bazara navnetewî kirîye.

Hefteya buhurî her Dolarekî amerîkî bi 5 Lîr û 81 Qûrişan dihat firotinê lê piştî ku Trump sepandina boykotan ser Tirkîyê da wajo kir, bihaya her dolarî rabû 5 Lîr û 94 Qûrişan.