Tirkiye çeteyan ji Sûriyê dişîne Lîbiyê
Kanûn 26, 2019 08:20 Asia/Tehran
Berdevkê Artêşa Neteweyî ya Lîbiyê qala "Kiryara Tirkiyê ya veguehstina çeteyên têrorîst ji Sûriyê bo Lîbiyê" kir.
Ehmed Mismarî, Berdevkê Artêşa Neteweyî ya Lîbiyê destnîşan kir ku MIT'a Tirkiyê çeteyên DAIŞê û Cebheya Nusreyê ji Sûriyê dişîne Lîbiyê.
Wî di dewamê da got: Ev mijar gellek bixeter e. Ji ber ku bo v karî firokexaneyeka Tûnisê yanî firokexaneya Cerbeyê tê bikaranîn.
Mismarî got: Çeteyên têrorîst bo Tûnisê û piştre bo Lîbiyê tên şandin.
Wî got: Pêştir siyasetvanên Tûnisê ser vê miajrê axivîbûn.
Berdevkê Artêşa Neteweyî ya Lîbiyê berê jî ji wajokirina peymana ewlehiyê navbera Enqerê û Dewleta Yekîtiya Neteweyî ya Lîbiyê rexne kiribû.