Tirkiye: Me ji Rûsiyê xwest ku li Idlibê agirbesê damezirîne
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i311601-tirkiye_me_ji_rûsiyê_xwest_ku_li_idlibê_agirbesê_damezirîne
Berdevkê Serokomarê Tirkiyê roja Sêşemiyê got ku Enqerê ji Moskoyê xwestiye ku agirbesê li Idlibê damezirîne,.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 26, 2019 04:38 Asia/Tehran
  • Tirkiye: Me ji Rûsiyê xwest ku li Idlibê agirbesê damezirîne

Berdevkê Serokomarê Tirkiyê roja Sêşemiyê got ku Enqerê ji Moskoyê xwestiye ku agirbesê li Idlibê damezirîne,.

Ibrahîm Kalîn, Berdevkê Serokomarê Tirkiyê got ku Enqerê ji Moskoyê xwestiye ku agirbesê li Idlibê damezirîne,.

Kalîn her wiha got ku Rûsiyê ji Tirkiyê ra ragihandiye ku jibo rawestandina pevçûnan li Idlibê dê hewila xwe bide.

Wî got: Me bi awayekî aşkira peyama xwe bo Moskoyê derbarê pêwîstiya cihanîna agirbesê ragihandiye.

Artêşa Sûriyê di çar rojên bihurî da bi piştevaniya Rûsiye û Îranê 35 navçeyên lêmayîn û rûniştinê li parêzgeha Idlibê rizgar kirine.

Şamê di çend mehên dawî da bi caran ragihandiye ku Tirkiyê peymana Kêmkirina Kêşeyan ncih neaniye û ji ebr vê yekê komên çekdar ji navçeyên diyarkirî li gorî peymanê paşve nekişiyane.