Ragihînerê taybet bi Tirkiyê li Parlimanan Ewropayê: Ez bo saxlemiya demîrtaş dilgiran im
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i311589-ragihînerê_taybet_bi_tirkiyê_li_parlimanan_ewropayê_ez_bo_saxlemiya_demîrtaş_dilgiran_im
Ragihînerê taybet bi Tirkiyê li Parlimanan Ewropayê got: Min Selahedîn Demîrtaş li zîndanê dît, ez nîgeranê saxlemiya wî me.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 25, 2019 12:59 Asia/Tehran
  • Ragihînerê taybet bi Tirkiyê li Parlimanan Ewropayê: Ez bo saxlemiya demîrtaş dilgiran im

Ragihînerê taybet bi Tirkiyê li Parlimanan Ewropayê got: Min Selahedîn Demîrtaş li zîndanê dît, ez nîgeranê saxlemiya wî me.

Naçû Sançiz Amû, Ragihînerê taybet bi Tirkiyê li Parlimanan Ewropayê di hevpeyivneka televîziyonî da tevî amajeya bi rewşa Selahedîn Demîrtaş, Hevserokê berê yê HDP'ê li zîndana Tirkiyê got: Ez bixwe çûme dîtina Demîrtaş li zîndana Edîrneyê. Ez bi giranî nîgeranê rewşa bedenî û pirsgirêkên pêkhatî di warê saxlemiya wî da me.

Wî got: Rewşek li Tirkiyê pêk hatiye ku zîndanîbûna Demîrtaş wek emrzek were biakranîn. Loma guhertinên rayedarên Tirkiyê di qanûnên xwe da pêk tînin, li Ewropayê bi kêrî ti tiştekî nayên. Tirkiye divê tevger û polîtîkayên HDPê bipejirîne. Ev gellek girîng e. Hejmara dengên ku HDP bi dest dixe, girîng nîne, tiştê ku girîng e ev e ku HDP faktoreke pirr girîng jibo nîşandana têgihîştina demokrasiyê li Tirkiyê ye.

Ragihînerê taybet bi Tirkiyê li Parlimanan Ewropayê her wiha bal kişande ser wêdabirina şaredarên HDPê û danîna qeyûmên hikûmetê dewsa wan, got: Di vê mijarê da du babetên pirr girîng hene. Ya yekem wêdadayîna bijartiyên gel bi fermana hikûmetê ye, lê ya girîngtir diyarkirina çarenivîsê dewsa wan ji aliyê desthilata siyasî va ye. Îmkan tune ku ev mijar li Ewropayê were qebûlkirn.

Ragihînerê taybet bi Tirkiyê li Parlimanan Ewropayê hi rayedarên Tirkiyê ra got: Heke hûn şaredarekî/ê ji ber hebûna dosyeya dadweriyê mehkeme dikin, dikarin vî karî bikin, lê hûn bi tu awayî niakrin dewsa wî/ê kesek din bi ramanka din a siyasî wek sergêr û qeyûm daynin. Divê kesê dewsgir ji heman partiyê be ku we nûnerê wê wêda biriye.