Kanûn 13, 2019 13:21 Asia/Tehran
  • Hêrsbûna Tirkiyê û şabûna Ermenistanê ji ber pesindbûna pêşnûmaya nasandina cenosayda ermeniyan li Senaya Amerîkayê

Berdevkê Serokomarê Tirkiyê û serokwezîrê Ermenistanê derheq biryara Meclisa Senaya Amerîkayê ya bifermînaskirina qirkirina Ermeniyan bi destê tirkên osmanî li heyama şerê yekem a cîhanî, wek cinosayd bertekên newekî hev nîşan dan.

Li gor IRNA, Berdevkê Serokomarê Tirkiyê  Îbrahîm Kalîn îro piştî pesindbûna pêşnûmaya qirkirina Ermeniyan a bi destê tirkên osmanî li heyama şerê yekem a cîhanî, wek cinosayd ji aliyê Meclisa Senaya Amerîkayê, ev biryara şermezar kir û got: Ev kiryara Senaya Amerîkayê ser ti babet û warekî siyasî, leşkerî û aborî bandora xwe tine û Tirkiye siyaset û helwêstên xwe yên berheq bi hêz û cidî berdewam dike.

Kalîn ev biryara Meclisa Sena ya Amerîkayê di encama têgiheştina şaş a dîrokê de ji bo berjiwendiyê biçûk û bê qedr da zanîn.

Wezîrê derve yê Tirkiyê Mewlûd Çavûşoglu jî di peyama xwe ya Twitterê de ev biryara meclisa Sena ya Amerîkayê wek şanoya siyasî bi nav kir û got: Ev biryarnama ji babeta qanûnî ti pêwîsteyeke xwe ya cihanînê tine û ew bê qedr û qîmet e.

Di vê navberê de serokwezîrê ermenistanê Nîkol Paşîniyan sipasiya Meclisa Sena ya Amerîkayê kir ji ber ku qirkirina Ermeniyan bi destê tirkên osmanî wek Cinosayd daye naskirin û ew wek serketinek ji bo edalet û rastiyê da zanîn.   

Meclisa Senaya Amerîkayê duh êvarê bi şêweyekî fermî îtîraf bi cînosayda Ermeniyan kir ku di heyama şerê cîhanê yê yekem de anku ji salên 1915 heya 1917  ji aliyê Împaratoriya Osmanî ve hatibû encamdan.

Ev Pêşnûmeya meha borî jî ji aliyê Meclîsa Nûneran a Amerîkayê hatibû pesindkirin û niha piştî ku Meclisa Senayê jî ew pesend kiriye, ewê ji bo Serokomarê Amerîkayê Donald Trûmp were şandin daku wê îmza bike.