Hevseroka HDP têkildarî destpêkirina muzakireyên aştîyê peyamek da hikûmeta Tirkîyê
Hevseroka Partîya Dêmokiratîk a Gelan (HDP) di peyamekê de jibo dewleta Tirkîyê got: Jibo ku careka din demajoya aştîyê destpê bibe, divê tecrîda ser Ocalan bê rakirinê.
Ligorî rapora Rojnama Duvarê, Hevseroka Partîya Dêmokiratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldanê di axavtinekê de amajeyî ``têkoşîna HDP ya jibo bidestxistina aştî û dêmokirasîyê li Tirkîyê`` û got: ``Kurd jibo vekirina rêya dêmokirasî û aştîyê di vê rewşa gellek dijwar de ku dostên wan xistine zîndanê û dijî vîna wan li Şaredarîyan sergêrr hatine danînê, yê têkoşîna xwe bidomînin. Di eynî demê de yê hevgavê wê têkoşînê rêyên hevrêtî û pêngavrakirina mil bi milê gelê Tirkîyê jî peyda bikin. Karê ku divê Kurd nika bikin, yekitî û beranberî ye.``
Pervîn Bûldanê di dewama axavtina xwe da amajeyî demajoya muzakireyên aştîyê jî kir û got: ``Di demajoya muzakire û aştîya ku pêk hatibû de me gişkan gellek destkevt hebûn. Destkevta herîmezin a me dê ew be ku idî meytên kesên ku di pevçûnan de tên kuştinê neyên vî welatî. Jibo ku careka din demajoya aştîyê destpê bibe, divê tecrîda ser Ocalan bê rakirinê. Jibo dêmokiratîzekirina Tirkîyê û aştî û azadîyê, em weke HDP jibo her alîkarîyekê amade ne.``