Tirkîyê 2 DAIŞ`îyên bêljîkî zivirandin welatê wan
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i310779-tirkîyê_2_daiŞ_îyên_bêljîkî_zivirandin_welatê_wan
Wezareta Karên Hundur a Tirkîyê ragihand ku Enqerê 2 endamên bêljîkî yên koma têrorîst a DAIŞ`ê zivirandin welatê wan.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 30, 2019 06:24 Asia/Tehran
  • Tirkîyê 2 DAIŞ`îyên bêljîkî zivirandin welatê wan

Wezareta Karên Hundur a Tirkîyê ragihand ku Enqerê 2 endamên bêljîkî yên koma têrorîst a DAIŞ`ê zivirandin welatê wan.

Wezareta Karên Hundur a Tirkîyê di daxûyanîyekê de ragihand ku Rehme û Fatme Binmezîyan 2 xwîşkên 24 û 31 salî xelkê Beljîkê ku endamê koma têrorîst a DAIŞ`ê bûn, bo welatê Beljîkê hatin zivirandin.

Nivîsgeha Dozgerîya Fêdêral a Beljîkê jî piştrast kir ku ew 2 xwîşkên endamê DAIŞ`ê duh danê êvarê giheştin balafirgeha Brukselê.

Dewleta Beljîkê cezaya 5 salên zîndanê jibo wan du xwîşkan kivş kirîye û bera wan da hepsê.

Tirkîyê ji 11 Mijdarê ve vegerandina endamên ewrûpî yên DAIŞ`ê bo welatên wan destpê kirîye.