Elî Babacan zengila sekinîna li hember hikimraniya Erdogan lêxist
Cîgirê serokwezîrê berê yê Tirkiyê ji şik û gumanê derket ku erka xwe li bara sekinîna li hember dîktatoriya Erdogan cih bîne.
Elî Babacan, alîkarê berê yê serokwezîrê Tirkiyê di daxûyaniyekê de raghand, cihanîna reforman li zagona bingehîn a Tirkiyê de dişopîne ji ber ku nav zagona bingehîn a Tirkiyê de desthilateke bê sînor ji hikimdariya Erdogan re hatiye diyarkirin.
Wî her wiha raghand partiya ku wî vê dawiyê ew pêk aniye berdewamiya partiya Edalet û Pêşketina Erdogan nîne û piraniya serkirde û endamên vê partiyê jî ti têkiliya xwe bi AKP re tine ne.
Elî Babacan her wiha got: Tirkiye niha ketiye nava tûnelaka reş û tarî de û tûşî gellek gîr û giriftan e lewma jî me biryar da em partiyka teze ava bikin.
Elî Babacan ku rewşa aborî ya Tirkiyê ya vê gavê û geşatiya wê heta asteke zêde deyndarê wî ye, got: Hikûmeta takekesiyê bûye gefek li Tirkiyê de.
Elî Babacan li beşeke din ji xeberdana xwe got , hikmeta takekesî ya Erdogan, bûye sedema çêbûna pirsgirêkên zav li warê dadperwerî û aboriyê li Tirkiyê de. Wî got: Erdogan hewl dide qanûna eskerî ya 2016`an cardinê bixe meriyetê, azadiyên cimaetê bi sînor bike û neyarên xwe yên siyasî tepers bike û wan bixe hewsê.